Li Nurnberg û Hannoverê ji bo Şengalê Çalakî
Li Nurnberg û Hannoverê ji bo Şengalê Çalakî
Li Nurnberg û Hannoverê ji bo Şengalê Çalakî
Li bajarê Elmanya Hannover û Nurnbergê, êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Şengalê hatin şermezarkirin û berxwedana Kobanê hat silavkirin.
Li Nurnbergê, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gundê Şerfeddînê, danê êvarê nêzî 300 Kurdistaniyan xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin. Girseya gel a li ber dêra Lorenzkirche civiya timî dirûşmên "Bijî YPG", "Bijî Berxwedana Kobanê" qîriya. DIDIF, Partîzan, Partiya Çep a Elman jî piştgirî dan çalakiyê. Girseya gel heta Mafeiplatzê meşiya û careke din vegeriyan pêşiya dêrê. Çalakî bi dirûşmên li vir hatin qîrîn, bi dawî bû.
Li Hannoverê jî zêdeyî du hezar kes li ber gara trenê danê êvarê civiyan û çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Di çalakiyê de êrîşên li hemberî Şerfeddînê hatin şermezarkirin û hat xwestin ku çek ji komên li dijî DAIŞ'ê şer dikin re bê dayîn.