Li Norwêcê Kurd ji duh bi şev ve li ber parlamentê ne

Li Norwêcê Kurd ji duh bi şev ve li ber parlamentê ne

Li Norwêcê, Kurdên bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrîşên DAIŞ'ê şermezar kirin, heta serê sibê li ber parlamentê çalakî lidar xistin.

Kurdên duh bi şev bi rêya medya civakî xwe birêxistin kirin, li ber avahiya parlamentê ya li paytext Osloyê civiyan. Çalakgerên ku di demeke kurt de hejmara wan gihaşt bi sedan kesî, bi zimanê Norwêcî pankartên ji bo destekdayîna berxwedana Kobanê hilgirtin.

Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê, bang li hikûmeta Norwêcê kirin ku li pêşberî komkujiyên gengaz ên li Kobanê hişyar be. Ji ber ku li gel hişyariyên polîsan jî çalakger ji cihê çalakiyê neçûn, polîsan hejmara wesayîtên xwe yên li herêmê kêm kirin û bendên li pêşiya xwepêşandanê rakirin.

Li ser vê yekê kurdan tevahiya şevê bi dirûşmeyan destek dan gelê Kobanê.

Tevî hewa sar jî Kurd heta ber destê sibehê li ber parlamentê man û hînê jî li ber parlamentê ne. Çalakger dibêjin, ku heta bi rayedarekî hikûmeta Norwêcê re hevdîtinê neke, ew ê neçin malên xwe.