Li Nisêbînê meşa ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’
Li Nisêbînê meşa ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’
Li Nisêbînê meşa ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’
Înîsiyatîfa Gel ya Nisêbînê ji bo 9’mîn Civata Giştî ya KONGRA-GEL silav bike û bi şîara “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” meşekî bimeşaleyî pêkanî.
Înîsiyatîfa Gel ya Nisêbînê ji bo 9’mîn Civata Giştî ya KONGRA-GEL silav bike û bi şîara “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” li ser Rêya Onder meşekî bimeşaleyî pêkanî. Bi sedan kesên ji bo meşê li ser rê gihan hev, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi vekirina pankartên “Em rê nadin fihûş, madeyên hişber, dizî û sîxurkirinê” dest bi meşê kirin. posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokrat (YDG-H), Konfederalîzma Demokratîk û YPG’ê vekirin û girseya ku bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “PKK gele gel li vire”, “Ev Nisêbîne, ev serhildane”, “Ocalan” qîr kirin, heta direng li ser rê meşiyan.
Di meşa ku fîşekên hewayî hatin teqandin de, ciwanekê li ser navê Înîsiyatîfa Gel ya Nisêbînê axivî û 9’mîn Civata Giştî ya KONGRA-GEL silav kir. Di axaftina xwe de diyarkir ku, “Rêber Apo pêvajoya aştiyê ya ku di Newroza Amedê a 2013’an de dayî destpêkirin, tişta ku ketiye ser milê gelê Kurd bipratîk pêkaniye. Rêbertiya me û gêrîlayên me çi qas rêyên demokratîk pêşbixin, hikumeta AKP’ê vana weke firsend dibînin û avahîsaziyên xwe zêde dikin. Hikumeta AkP’ê li aliyekê dibêje, ez çareseriyê dixwazin, li aliyê din qereqolan ava dike û amadekariyên şer dike. Lê belê bila her kes bizane ku, em ciwan ji bo aştiyekî birûmet jî û şerek jî amade ne. Bila gelê me baş bi zane ku, em dê li benda gêrîlayên me nemînin. Em dê bi awayekî çalak bikavin nava şer.”
Piştî axaftinên hatine kirin çalakî bidawî bû.