Li Nisêbînê 16 ciwan tevlî YPG’ê bûn

Li Nisêbînê 16 ciwan tevlî YPG’ê bûn

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî merasima cenazeyê şervanên YPG’ê Selman Tunç, 16 ciwanan xwe li têlênsînor dan û derbasî Qamişloyê bûn. Ciwan tevlî refên YPG’ê bûn.

Piştî merasima cenazeyê şervanê YPG’ê Selman Tunç (Mert Cûdî) yê ku li Goristana Nisêbînê ya li ser sînor Qamişloyê spartin axê, gel ber xwe da sînor û sînor derbas kir. Leşkerên ku li ser sînor bûn bi bombeyên gazê êrîşê gel kirin. Leşker ji ber berxwedana gel neçar man ku paş de vebikişin û ji çeperên xwe derketin. Gel dest danî 6 şarjor, bêtêl, êlekên pola û makîneyek a  gazê.

Piştî ku leşkerî ji çeperên xwe derketin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin li dîwaran çikandin. Pevçûna piştî mudaxeleya leşkeran dest pê kir, bi qasî saetekê berdewam kir. Nêzî hezar kes sînor derbas kir û gihiştin bi hezaran kesên li aliyê Qamişlo. Di pevçûnan de 2 jê zarok 6 kes birîndar bûn.

Nêzî 16 ciwan sînor derbas kirin û tevlî nava refên YPG’ê bûn.