Li navendeke bazarê ya li Iraqê şewat: Bi dehan kes mirin

Li bajarê Kût ê li rojhilatê Iraqê agir bi navendeke bazarê ket. Nêzî 50 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya waliyê eyaleta Wasitê, agir bi navendeke bazarê ket.

Walî Mûhammed el Miyahî ji ajansa nûçeyan a fermî INA'yê re axivî û got, "Şeva Çarşemê agir bi navendeke bazarê ket. Hejmara mirî û birîndarên vê şewata trajîk gihîştiye 50 kesî."

Hate ragihandin ku di nava qurbaniyan de zarok jî hene. Li avahiya sê qatî ya ku agir pê ket, restorantek jî hebû.