Li Mûşê operasyon, li Gabarê şewat

Li Mûşê operasyon, li Gabarê şewat

Artêşa Tirk di 17’ê Tîrmehê de herêmên Zengok, Newala Mara, Kara Hemze, Kozme, Ava Mûrat û derdorên wê ên dikevin başûrê Mûşê operasyon da destpê kirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG-NÇR) derbarê operasyonan de agahî da û ragihand ku, “Roja 17’ê Tîrmehê di demjimêr 05:00’ê siharê ve artêşa Tirk ya dagirker li herêmên Zengok, Newala Mara, Kara Hemze, Ava Mûrat û derdorê wê bi Skorsky û wesayîtên zirxî operasyon daye destpê kirin. Ev operasyona ku bi şêwazî lêgerîna herêmê û keşfê berdewam dikir, ber bi şevê ve qismekê xwe vekişand. Her wiha yekîneyên leşkeran ên li bejahiyê xwe veşartibûn, di 18’ê mehê de xwe vekişandin.”

Li aliyê din jî HPG-NÇR’ê da diyarkirin ku, duh jî artêşa Tirk girê Kêla Şerefiyeyê yê girêdayî Gabara Şirnexê bi çekên giran gulebaran kiribû û di encama gulebaranê de agir derketibû. HPG-NÇR’ê wiha got: “Roja 18’ê Tîrmehê artêşa Tirk ya dagirker girê Kêla Şerefiyê ya ser bi Gabara Şirnexê ve bi çekên giran gulebaran kiriye. Di encama vê gulebaranê de li Berê Mîrê û Şehîd Silav şewat derketiye.”