Li Mûşê leşker kemînan di avêjin

Li Mûşê leşker kemînan di avêjin

HPG’ê ragihandin ku, ev du roje artêşa Tirk li Mûşê bi wesayîtên zirxî û cerdevanan kemînan di avêje.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek da û got: “Du roje artêşa Tirk ya dagirker  bi wesayîtên zirxî û cerdevanan şev û roj li herêmên navbera Kevirê Gavan, Heciyan û Hecizan ên girêdayî navçeya Kizilagaç ya Mûşê kemînan di avêjin.”

Di daxuyaniya ku têkildarî liv û tevgera hewayî a li ser Herêmên Parastina Medyayê jî agahî dan eşkere kir ku, “27’ê Hezîranê di navbera demjimêrên 8:00 û 10:00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Xakurkê ên Herêma Parastina Medyayê nizim firiyane. Weke din jî di heman rojê de di navbera demjimêrên 10:00 û 13:00’an de balefirên şer li ser herêma Zapê firiyan.”

Di daxuyaniyê de balkişande ser ku, ev heftiyeke li ser Amed, Cûdî, Heftenîn, Zap û Qendîlê balefirên keşfê ên bê mirov pir digerin.