Li Mûşê 7 kes li ser çinîna giha hatin kuştin

Li Mûşê 7 kes li ser çinîna giha hatin kuştin

Li navçeya Mûş Kopê, li mezrikên Gomika yên jêrîn û jorîn ên gundê Alîbonciya, li ser gihayê pevçûn derket û li gorî agahiyên destpêkê di pevçûna bi çekan de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin, li mezrikên Gomika yên jêrîn û jorîn ên li gundê Alibonciya yê 36 km dûrî navçeya Kopê ye û li ser sînorê bajarê Erzîromê ye, di navbera şêniyan de li ser çinîna gihayê de pevçûn derket. Bûyer îro danê sibê rû da û malbatên Dost û Kundolar bi tirpan, bêr û piştre jî bi çekan li hev dan. Di pevçûnê de li gorî agahiyên destpêkê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Mûş û Erzîromê.