Li Moskowayê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin

Li Moskowayê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin

Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî de, dezgehên îmzeyan vekirin.

Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî de, saziyên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê, dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Bi vê armancê, li parka VDNX dezgeha berhevkirina îmzeyan hat danîn.

Dezgeha berhevkirina îmzeyan li pêwendiyeke mezin a şêniyên bajêr rast hat û Kurdistaniyan tevahiya rojê îmze kom kirin. Ji bilî îmzeyan her weha pirtûka parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rojnameya Kurdistana Azad li beşdarên kampanyayê hatin belavkirin.