Li Miştenûrê çalakiya fedayî

Li Miştenûrê çalakiya fedayî

 Di berxwedana Kobanê ku ev 20 roj in li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî dîrokî dom dike de, şervaneke YPJ’ê li girê Meştenûrê çalakiya fedayî li dar xist.

Şer û pevçûnên ku ji şevê din ve li derdora girê Meştenûrê bi awayekî dijwar dom dikin de, şervanên YPG/YPJ’ê berxwedaneke ku ji niha ve di dîrokê de cihê xwe girtiye nîşan didin û nahêlin çete bikevin bajar.

Şervanên ku li dijî hemû çekên giran ên çeteyan bi derfetên herî kêm li ber xwe didin, bi fedaiyane şer dikin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, şervaneke jin a YPJ’ê li girê Miştenûrê saet derdora 16.30’an de li dijî çeteyan çalakiya fedayî li dar xist. Di encama çalakiyê de gelek çete hatin kuştin.

Hate fêrbûn ku şervana YPJ’ê di heman demê fermandara taximê ye û navê wê Arîn Mîrkan e.