Li Miştenûrê berxwedêrekî bavê 4 zarokan

Li Miştenûrê berxwedêrekî bavê 4 zarokan

 Gotinên herî dawî yên Xalo Qadir wiha ne: "Çi çêbibe jî em ê dest ji Kobanê bernedin. Dê ev berxwedan Kobanê jî û malbatên me jî biparêze. "

Berxwedana bêhempa ya  YPG/YPJ’ê ya li Kobanê ya li dijî çeteyên hov ên DAIŞ’ê ket roja 19’ê. Yek ji pevçûnên herî dijwar duh li Girê Miştenûr ê li rojhilatê bajarê Kobanê pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji çar aliyan ve bi çekên giran êrîşê gir kirin û xwestin bikevin navenda Kobanê, li rastî berxwedana xurt a şervanên Kurd hatin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyand ku êrîş ji aliyê hêzên wan ve hatiye şkandin û di van pevçûnan de 6 şervanên YPG û 4 şervanên Bûrkan El Firatê jiyana ji xwest dane.

Yek ji van şervanan jî şervanê bi navê Qadir Mistefa bû.

Qadir Mistefa, li Kobanê weke Xalo Qadir dihate nasîn, 43 salî bû û bavê 4 zarokan bû.

Xalo Qadir sala 2012’ê tevlî nava refên YPG’ê bû û li dijî êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê yên 15’ê Îlonê li dijî Kobanê dest pê kirin, li eniya parastinê ya rojhilat cih girt. Xalo Qadir ku 19 roj bûn li eniya şer bû, duh di encama pevçûnên dijwar ên li Miştenûrê dest pê kirin de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Qadir, îro bi beşdariya bi sedan kesî spartin axê.

EM DEST JI KOBANÊ BERNADIN

Hevalên Xalo Qadir bi van gotinên “Sonda parastina welat û axa xwe da, û heta dawiyê  xwedî li soza xwe derket û li ber xwe da” behsa Qadir kirin, dan zanîn ku piştî êrîşan malbata Xalo Qadir jî gotin ku ew dê dest ji Kobanê bernedin. Hate zanîn ku Qadir gotiye: “Çi çêbibe jî em dê dest ji axa xwe bernedin; Ev berxwedan dê wan jî û Kobanê jî biparêze.”