Li Misirê êrîş: 16 kes mirin
Li taxa Agoûza ya paytexta Misir Qahîreyê, ji ber êrîşek li hemberî restorantekê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Agoûza ya paytexta Misir Qahîreyê, ji ber êrîşek li hemberî restorantekê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Agoûza ya paytexta Misir Qahîreyê, kesê rûyê wî bi maske pêçandî molotof kokteyl avêt nava restorantekê. Çavkaniyên ewlekariyê dan xuyakirin, ku ji ber şewata li restorantê derket 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin, ku restoranta li jêr zemînê, mirovên tê de nikarîbûn derkevin derve û ji ber şewatê û karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest dan.
Tê gotin ku êrîş ji aliyê xebatkarekî berê yê restorantê ve hatiye kirin.