Li Misircê lêpirsîna 14'ê Tîrmehê

Li Misircê lêpirsîna 14'ê Tîrmehê

Di derbarê 13 kesên ku tevlî merasima bîranîna 14'ê Tîrmehê bûne de lêpirsîn hate vekirin.

BDP'a Misircê ji bo pêşengên PKK'ê Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên ku di Girtîgeha Amedê de li hemberî pêkanînên dijmirovahî di 14'ê Tîrmeha 1982'an de dest bi "Berxwedana rojiya mirinê" kirin û jiyana xwe ji dest dan dan, merasimekî bîranînê li darxistibû. Di derbarê 13 kesên ku tevlî vê bernameyê bûne lêpirsîn hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de derheqê xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariyê Ebdullah Yorulmaz, Selman Gursul, Xebatkara Mala Piştgiriya Perwerdeyê Sohbet Altan Çetîn, Hevseroka BDP'a Misircê Esmer Baran, rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Misircê Omer Yilmaz, Celalettîn Hansu, Ekrem Ruzgar, Îlyas Zengîn, Huseyîn Karataş, Oguz Keklîk, Sabrî Aksunger û endamên Meclîsa Giştî Cemalettîn Yuksekbag, Naîl Asma de lepirsîn hate vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo îfadeyan bidin ev kes gazî Midûriyeta Polîsan a Misircê hatin kirin.

Karên îfade dayînê li Midûriyeta Polîsan berdewam dike.