Li Mexmûrê Mihrîcana 4’ê Nîsanê didome

Li Mexmûrê Mihrîcana 4’ê Nîsanê didome

Şevê din bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li qada werzîşê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi şahiyeke ku bi sedan kes beşdar bûn hate pîrozkirin. Di şahiyê de paste hate birîn û li ber stranan govend hat gerandin.

11’emîn Mihrîcana 4’ê Nîsanê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) bi coş berdewam dike. Mihrîcana ku bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal tê pîrozkirin, ji aliyê Saziya Perwerdeyê ve  tê lidarxistin. Şevê din li qada werzîşê şahiyek hate lidarxistin û dayik û endamên Weqfa Jinên Mexmûrê paste hate birîn.

Her wiha ji bo rojbûna Ocalan helbest hatin xwendin û stran hatin strîn. Her wiha li ber dengê stranên hunermendan govend hate gerandin.

Mihrîcan îro jî bi çalakiyên cûda berdewam dike. Dê bi beşdariya bi hezaran kesî îro piştî nîvro li Qada Tev-Çandê şahiyek bê lidarxistin.