Li Mexmûr 6’mîn Konferansa Meclisa Gel destpê kir

Li Mexmûr 6’mîn Konferansa Meclisa Gel destpê kir

6’mîn Konferansa Meclîsa Gel ya Demokratîk  ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bi tevlîbûna 360 delegeyan destpê kir.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem 6’emîn Konferansa Meclîsa Gel ya Demokratîk bi beşdariya 360 delegeyan bi şîarên “Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad” û “Ji Rêber Apo re Azadî ji Kurdistanê re Statû” îro li Salona Konferansê ya Wargehê di seet 08.00’an de bi deqîqeyeke rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir. Her wiha di destpêka vekirina konferansê de dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Dayîka Uweyş di 20’emîn salvegera wefata xwe de hat bîranîn.

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel Yusuf Kara ve hat kirin. Kara ku bi xêrhatina tevayî delegeyan dest bi axaftina xwe kir, destnîşan kir ku di demeke pir girîng de konferansa xwe li dar xistine û got: “Îro 20’emîn salvegera wefata Dayîk Uweyşe. Bi vê boneyê em Dayîka Uweyş jidil û can bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wê ditewînin. Cihekî gelekî taybet yê Dayîka Uweyş di têkoşîna me de heye. Konferansa me jî ku di rojeke wisan de tê lidarxistin ji bo me rûmete.”

Yusuf Kara di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku, di merheleyeke pir girîng re derbaz dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê merheleyê de pêwîste em bi her awayî xwedî li Rêber û Tevgera Azadiyê derkevin. Di encama vê konferansê de bi nîqaş û  nirxandinên werin kirin û bi biryarên werin girtin em dê xwe li ser esasê paradîgma û sîstema ku Rêber Apo nîşanî me daye pêş bixin.”

Piştî axaftina Yusuf Kara dîwan hat hilbijartin û Rapora Polîtîk a ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat hate xwendin.

Konferans, bi xwendina peyama KCK’ê raporên xebat û faaliyetan berdewam dike.