Li Merîwanê sextekariya Şûraya bajêr

Li Merîwanê sextekariya Şûraya bajêr

Şûraya bajarê Merîwan bi hevkariya hejmarek kesên “sextekar”, dest dideyne ser zeviyên xelkê û piştre bi awayekî ne yasayî û bi buhayekî giran difroşe xelkê bajêr.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, erka şûrayên bajaran di rastiyê de ew e ku di navbera gel û karbidestên rejîmê de bibin pirek û daxwaz û pêdiviyên gel ragihînin e. Lê li bajarê Merîwanê, şûraya bajêr, bi destê hin kesên sextekar, bi metodên mafyayî dest datîne ser zevî û erdê welatiyan û piştre bi şêwazekî ne yasayî û bi buhayekî mezin difroşe xelkê.

Li gorî çavkaniyên herêmî, bi taybetî li herêma Beyelle, Serdoşiyekan, Termînal û Tepollkey Bazirgan, van derdoran di bin çavdêrî û bi agahiya şûraya bajêr dest danîne ser gelek zeviyan.

Şûraya bajêr zeviyên mijara gotinê pêşî wekî herêmên park û seyranê radigihîne û piştre bi destê hin kesên nêzîkî xwe, bi awayekê ne yasayî dide firotin.