Li Merîwanê liv û tevgerên tarî!

Li Merîwanê liv û tevgerên tarî!

Fermandarekî paye bilind ê rejîma Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Merîwanê ser sinorê Başûrê Kurdistanê  Başmax civînek pêkanî. Sedemê civînê nehate zanîn û her wiha piştî fermandarê Îranê hat Merîwanê rewşekî ne asayî heye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, duh piştî nîvro, ku di navbera 25’ê Hezîranê heya 16’ê Tîrmehê Ehmed Muqedem fermandarê hêzên asayişa giştî ya Îranê serdana bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê dike û piştre çû sinorê Başûrê Kurdistanê Başmax û di demekî kurt de li gel çend kesan li wir civîn li darxist.

Li gorî agahiyên ji ANF’ê re hatine ragihandin, serdana fermandarê rejîma komara Îslamî ya Îranê ji bo Merîwanê pişt rast dike û belê hîna ne hatiye zelalkirin ka mijara serekî ya vê civînê çibû, kî û li kuderê beşdarî civînê bûne.

Heman çavkaniyê ragihand ku, ji ber sedema vê serdanê heyanî niha jî li Merîwanê û derdorê wê rewşek ne asayî heye.