Li Mereşê qeza: 3 mirî

Li Mereşê qeza: 3 mirî

Li navçeya Bazarcix ya Mereşê TIR’ekê li otomobîlekê xist û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li ser rêya 10’mîn kîlometreya di navbera Bazarcix-Mereşê de TIR’a ku Yalçin Kar di ajot, ji ber sedemekî ku hêjan nayê zanîn li otomobîlê xist. Erdal Gozluklu (37), Harûn Kedî û Mahmût Odabaşioglû (32) yên di otomobîlê de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê û ajovanê TIR’ê Yalçin Kar jî hate binçavkirin.