Li Mêrdînê qedexeya derketina kolanan
Li Mêrdînê qedexeya derketina kolanan
Li Mêrdînê qedexeya derketina kolanan
Piştî çalakiyên piştgiriya bi Kobanê re li tevayî Kurdistanê belav bûn, Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniyekê derketina derve li 7 navçeyan qedexe kir.
Li navçe û navenda Mêrdînê çalakiyên bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê re bênavber berdewam dikin. Walîtiya Amedê li navçeyên Kerboran, Dêrîk, Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Mahsert û Stewrê qedexeya derketina kolanan îlan kir. Qedexeya derketina kolanan seat di 17.00'an de destpê kir.
Li gel biryara hate girtin Kurdan dest ji kolanan bernedan û li navçeyan pevçûn bênavber berdewam dikin.