Li Mêrdînê goristana gerîlayan hat ziyaretkirin

Li Mêrdînê goristana gerîlayan hat ziyaretkirin

Di pêşengiya Şaxa Mêrdînê ya MEYA-DER de bi wesîleya Cejna Qurbanê gorên gerîlayan hatin ziyaretkirin.

Di pêşengiya Şaxa Mêrdînê ya MEYA-DER de bi wesîleya Cejna Qurbanê goristanên Yelim, Halk û Şehîtlîk hatin ziyaretkirin.

Di ziyaretê de li gel rêxistina navçeya Artûklu û Bajêr a Mêrdînê ya DBP’ê, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Artûklû  Emîn Irmak , TUHAD-DER û gelek welatî amade bûn.

Di ziyaretan de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin, Seroka Şaxa Mêrdînê ya MEYA-DER Gulbeyaz Guneş û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axivîn.

Gulbeyaz Guneş, bal kişand ser kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û got ku wê tu carî têkoşîna Kurd neqede.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Turk jî bal kişand ser êrîşên li hember Kobanê. Turk got ku Kobanê rûmeta hemû gelan e û xwest hemû gel li hember çeteyên DAIŞ bibin yek.

Piştî duayan kom belav bû.