Li Mêrdînê bi 4 hezar leşker operasyonek hat destpêkirin
Li Mêrdînê bi 4 hezar leşker operasyonek hat destpêkirin
Li Mêrdînê bi 4 hezar leşker operasyonek hat destpêkirin
Hat ragihandin ku artêşa Tirk li bejahiya di navbera navçeya Mehsertê û gundên girêdayî navenda Mêrdînê de ku di nav wan de ku tîmên taybet jî hene bi 4 hezar leşker dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.
Hat ragihandin ku arteşa Tirk li bejahiya navçeya Mêrdinê Mahserte gundên Mezre, Şêxmahmut û gundên girêdayî Mêrdînê Şûre û Risîne operasyoneke leşkerî daye destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin di nav wan de ku tîmên taybet jî ku hene operasyoneke bi 4 hezar leşker û bi piştgiriya hêza hewayî hatiye destpêkirin. Hat destnîşankirin ku operasyon saet 18.00’an destpê kiriye û ev operasyon li herêma çiyayî berdewam dike.