Li Melezgir û Ebexê 14 kes hatin girtin

Li Melezgir û Ebexê 14 kes hatin girtin

Li navçeya Mûşê Melezgirê û navçeya Ebexê ya Wanê 14 kesên di xwepêşandanên ji bo Kobanê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

6 ji kesên ku di xwepêşandanên li navçeya Melezgir a Mûşê yên ji bo Kobanê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyeyê. Piştî dozgeriyê îfadeya wan girt, kesên bi navê Ferhat Kaya, Kamuran Soylemez, Nihat Kalin, Zuhat Ozkan, Nurettin Sabuncu û Tarik Çar, bi hincetên “Endamên rêxistinê ne, ziyan dane malên gelemperiyê û li dijî polîsan rabûne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

Her wiha hate zanîn ku îro danê nîvro li navçeyê 4 kes ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.

Li navçeya Ebexa Wanê jî ji 8 kesên di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 4 kes bi hincetên “endamên rêxistinê ne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F ya Wanê.