Li Malî krîza rehîneyan: 80 rehîne hatin rizgarkirin
Êrîşkarên çekdar ên danê sibehê hatin Hotela Radîsson Blû ya li paytexta Malî Bamako li gor agahiyên destpêkê 5 kes kuştine.
Êrîşkarên çekdar ên danê sibehê hatin Hotela Radîsson Blû ya li paytexta Malî Bamako li gor agahiyên destpêkê 5 kes kuştine.
Êrışkarên çekdar ên danê sibehê hatin Hotela Radîsson Blû ya li paytexta Malî Bamako li gor agahiyên destpêkê 5 kes kuştine. Di otela ku nêzî 10 êrîşkarên çekdar hene piştî 170 kes rehîn hatin girtin tîmên taybet operasyon pêk anîn, 80 rehîne rizgar kirin.
Hatibû ragihandin ku beriya operasyonê hin rehîneyên ku ji Quranê sûre xwendine hatine berdan. Tîmên taybet qat bi qat pêşve diçin. Rehîneyên din li qata 7’an e.
Yek ji rehîneyên ku serbest hat berdan got ku êrîşkar bi Îngîlîzî diaxivin.
Êrîşkarên çekdar bi tekbîran ketibûn Otela Radîsson Blû ya gelek caran karsazên biyanî û personelên balafirgehan lê bi cih dibin û paşê jî dengê çekan hatibû.
Rayedarekî polîsan ê Malî diyar kiribû ku êrîşkar bi wesayîtên ku plaqaya wan a dîplomatîk e hatine otelê.
Di nav rehîneyan de li gel Malî welatiyên Fransa, Çîn û Hîndîstanê jî hene.