Li Lîceyê liv û tevgera hewayî

Li Lîceyê liv û tevgera hewayî

Piştî ku duh li navçeya Lîceya Amedê girseya ku ji bo protestokirina çêkirina qereqola Kayacik (Hezan) meşiyan û leşkeran kesek qetilkir û 8 jî birîndar kirin, li herêma bûyerê liv û tevgera hewayî çêbû.

Duh li navçeya Lîce a Amedê girseya ku ji bo çêkirina qereqola nû a Hezanê meşa protestoyî pêkanîn, leşkeran gel gulebaran kiribû û di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da bû û 8 kes jî birîndar bibûn. Piştî vê bûyerê li herêmê liv û tevgerekî mezin çêbû.

Şeva din du balefirên şer ên kobra û balefira keşfê a bê mirov, heya demjimêrên direng ên şevê li derdora gundên Dêrxust, Cinezûr û Sîsê a çiyayî geriyan. Di demjimêrên sibehê de jî dîsan li heman herêman liv û tevgera hewayî destpê kir. Balefira bê mirov a keşfê ji demjimêrên serê sibehê heya niha li herêmê keşfê dike. Helîkopter jî car caran li herêmê digerin.