Li Lîberyayê 3 nexweşên nû yên Ebola hatin dîtin
Hat ragihandin ku li Lîberyayê 3 nexweşên nû yên Ebolayê hatine dîtin. Di 3'ê Îlonê de hatibû ragihandin ku Ebola li Lîberyayê bi temamî qediya ye. Lê nexweşên nû yên ji ber vê vîrûsê derketin holê.

Kesê destpêkê yê vîrûsa Ebola pê re pozîtîf e, zarokekî 10 salî ye. Rayedaran diyar kirin, ku dê, bav, xwişk-birayên vî zarokî li Paynesvîlle dijîn û li navendekê tê dermankirin.
Rayedaran dan zanîn ku nexweşane hatiye dezenfekteirin û personelên tenduristiyê hatine agahdarkirin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Lîberyayê got, "Em gelekî baş dizanin ku Ebola bi çi rengî belav dibe û bi çi rengî dikarin bidin sekinandin. Bi tenê divê em hişyar bin û bi hev re bixebitin."
Li Lîberyayê li 10.600 kesan Ebola hatibû tespîtkirin, ji van 4.808 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Gîne, Sîerra Leone û Lîberyayê 11.300 kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabûn.