Li Kurdistanê tevgera leşkerî

Li Kurdistanê tevgera leşkerî

Artêşa Tirk li navçeya Şirnex Elkê û derdora pira gundê Etkarê, qadên Guanis, Kovikê û Mamxwura yên navçeyê kemînan datîne. Li Mûş û derdora wê tevgera balafirên keşfê, li navçeya Erzîrom Qereyaziyê jî veguhastina leşkerî tê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa Tirk ev demeke li navçeya Şirnex Elkê û derdora pira gundê Etkarê, qadên Guanis, Kovikê û Mamxwura yên navçeyê kemînan datîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevgera leşkerî ya li van herêman, bi awayê operasonî dewam dike.

Navendê diyar kir ku balafirên keşfê yên artêşa Tirk jî di nava sê rojên dawî de li Mûş û derdora wê di nava tevgerê de ne. Hat ragihandin ku li navçeya Erzîrom Qereyaziyê jî ji 16'ê Cotmehê û vir ve veguhastina leşkerî tê kirin.