Li Kurdistanê agirê serhildanê gur dibe

Li Kurdistanê agirê serhildanê gur dibe

Bajarên Bakûrê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê û desteka AKP’ê, veguherîn qada serhildanan. Di serî de li Sêrt, Şirnex, Wan, Êlih, Amed û Colemêrgê, li tevahiya bajarên Bakûrê Kurdistanê bi dehhezaran daketin qadan. Hema bêje li hemû bajaran pevçûn hene.

SÊRT

Li Sêrtê bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li ber avahiyên DBP û HDP’ê li hev kom bûn û ber bi sînor ve diherkin. Tevî rêveberên DBP û HDP’ê, şaredar û bi hezaran kes li ber avahiya DBP’ê ya Sêrtê li hev kom bûn û berê xwe dan xeta sînor a Pirsûs-Kobanê.

Li navçeya Misircê ya Sêrtêbi hezaran welatiyan bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê li Kolana Hunerê çalakî li dar xistin û çalakî berdewam dike. Piştî meşa welatiyan li dar xist polîsan êrîş li girseyê kir û bi polîsan re cerdevanên girêdayî malbata Şaredarê Misircê yê AKP'ê Nevzat Karatay êrîş li welatiyan kir. Berxwedana girseyê ya li hemberî êrîşa polîsa û cerdevanên AKP'ê berdewam dike.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî bi heman armancê pevçûnên di navbera ciwan û polîsa de qewimîn didomin. Ciwanên endamên YDG-H'ê li Qada Omer Kabak û Qada Cumhuriyetê hatin cem hev û rê ji trafîkê re girtin. Piştî demekê polîsan êrîş li ciwanan kir û pevçûnan dest pê kir. Ciwanan dersxaneya FEM a ayîdî cemaata Fetullah Gulen dan ber molotofan.

Girseya gel a li ber navenda DBP’ê ya navçeya Qilaban a Şirnexê li hev kom bû, bi dirûşimên “Qatîl DAIŞ, Hevkar AKP”, “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Kombanê wê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” heta ber avahiya hukûmetê ve meşiyan. Di meşê de pankartên bi awayê “Duh Roboskî, Îro Kobanê”, “Her der Kobanê, her der berxwedan e” “Arîn Mîrxan Bê mirin e” hildan.

WAN

Li navenda Wanê û navçeyên Erdîş, Elbak û Bêgiriyê pevçûna di navbera gel û polîsan de didome, li Bêgiriyê polîsan bi guleyên rasteqîn êrîşî gel kirin.

Li Wanê girseya ku li ber avahiya DBP’ê ya Wanê kom bûn ber bi kolana Hunerê bi dirûşmên “Her der Kobanê her der berxwedan” ve meşiyan. Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî gel kirin û li ser vê yekê pevçûnan dest pê kir. Kesek ji ber guleyên plastîk ji lingê xwe birîndar bû. Pevçûnên li kolana Hunerê û Cadeya Mereşê û kolanên di navberên taxên de didome.

ERDÎŞ

Li navçeya Erdîşê ya Wanê ji bo piştgiriya Kobanê meş hate lidarxistin û bûyêrên ku dest pê kirin didome. Li cadeyên Zîlan, Ataturk û Dalanê bi hezaran welatî kom bûn û piştî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, ava bi şîd û guleyên plastîk bi kevir û molotofan bersiv dan polîsan. Li ser vê yekê bûyer li hemû kolanan belav bûn. Polîsan piştî ku li hemû bajar belav bûn mecbûr man paşve vekişin. Ciwanên cop û gazên îsotê yên polîsan desteser kirin bankayên Zîreat. Halk û Îşê û hin saziyên dewletê şewitandin. Girseya ku qaymeqamî da ber keviran li cadeya Ataturk û Ceylanê kom bûn û ber bi avahiya AKP’ê dest bi meşê kirin. Li navçeyê bûyer didomin.

ELBAK

Ciwanan li ser riya Colemêrg û Wanê barîqat danîn û agir pêxistin rê ji trafîkê re girtin. Li navenda navçeyê di navbera polîs û welatiyan de pevçûn didomin. Gel avahiya AKP’ê û saziyên dewletê dan ber keviran û polîsan û cendirmeyan jî êrîşî gel kirin. Li taxa Kaleyê jinên ku daketin kolanan nahêlin polîs bikevin taxa wan. Li hemû deverên naçeyê bûyer didomin.

BÊGIR

Li navçeya Bêgiriyê ku pevçûn didomin polîsan bi guleyên rasteqîn êrîşî gel dikin. Di encama êrîşa polîsan de 30’î zêditir kes birîndar bûn û polîsan nexweşxane dorpêç kirin û anîna birîndaran asteng dikin. Li navçeya ku gelek kes hatin birîndarkirin de bûyer didomin.

LI GIMGIMÊ CIWANEK HATE QETILKIRIN

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê pevçûnên di navbera gel û polîsan de berdewam dikin û polîs di êrîşê de guleyên rast bikartînin. Polîsan li Kolana Cumhuriyetê li nokteya dermanfiroşan êrîş li girseyê kir û zarokekî 17 salî qetil kirin. Zarokê bi guleyên ji panzerê hatin avêtin li serî wî ketin û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Welatiyan cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê û li navçeyê pevçûn bi dijwar berdewam dikin.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya Êlihê li hev kom bûn, DAIŞ û AKP’ê şermezar kirin.   Piştî êrîşa polîsan pevçûn dest pê kirin û berdewam dikin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîda Agiriyê jî bi hezaran kes li ber avahiya DBP’ê li hev kom bûn û ber bi Qada Belediyeyê ve herikîn. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin û pevçûn berdewam dikin. Hate ragihandin ku di pevçûnan de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin.

AMED

Li taxa Fîskaya ya Amedê bi sedan ciwan hatin cem hev û bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê çalakî li dar xistin. Piştî demekê polîsan êrîş li ciwanan kir û pevçûnan dest pê kir. Ciwanan li kolanan bend danîn û agir hilkirin. Dema ciwan bi polîsan re şer dikirin jinan ji kevir kom dikirin û li tenekeyan didan. Polîsan raste rast bombeyên gazê avêtin welatiyan û malan. Di encama bombebarana gaza polîsan de malbat welatiyê bi navê Fahrî Bîlen şewitî.

Li Kolana Melîkahmet a navçeya Sûrê jî bend hatin danîn û li ber barîkatan bi tekereyan agir hilkirin. Li navçeyê li ber qereqola polîsan gelek hêzên çewîk ên polîsan hatin bicihkirin. Li ber Walîtiya Amedê jî gelek TOMA û polîsên sîvîl û fermî hatin bicihkirin. Li ber Pira Seyrantepe ya li ser riya Farqînê polîsan nokteya lêgerînê pêk anî û wesayît û welatiyan lêgerîn dikin.

Li navçeya Rezan a Amedê jî welatî hatin cem hev û bombeya deng avêtin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Li navçeyên Lîcê, Bîsmilê jî bi heman armancê çalakî pêk hatin. Rêxistina DBP'ê ya Bismilê dê sibê seat di 13.00'an de bi heman armancê meşekê li dar bixe.

ÇEWLÎK

Li Çewlîkê jî bi heman armancê çalakî pêk hatin. Welatiyên li taxa Yenî hatin cem hev rastî êrîşa polîsan bombeyên gazê û ava şid hat. Pevçûnên di navbera polîs û çalakvanan dest pê kirin li tevahiya tax belav bûn. Di dema pevçûnan de komeke alîgirên çeteyên DAIŞ'ê jî bi polîsan re êrîş li gel kir.

DÊRSIM

Li Dêrsîmê jî bi heman armancê Endamên Hewildana Meclîsa Bajar a Dêrsîmê ji navenda bajar heya Pira Mamekî meş li dar xist. Di meşê de pankrata "Rûmeta mirovahiyê li Kobanê ber xwe dide, bêdeng nemîne" vekirin. Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bul jî tevlî meşê bûn. Di meşê de sloganên "Li ber xwe bide Kobanê Dêrsîm bi te re ye.", "Bijî berxwedana YPG" û "Agirê Kobanê dê DAIŞ'ê bişewitîne" hatin gotin. Piştî meşê li ser Pira Mamekî rê ji tirafîkê re hate girtin û çalakiya rûniştinê hate lidarxistin

GEVER

Gelê navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo cenazeyê Endama YPJ'ê Sevîm Atak (Nujiyan Newal) a ku di 4'ê cotmehê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da pêşwazî bikin ber bi Pira Şakîtan a ku 20 kîlometre dûrî navçeyê ve herikî. Li navçeyê ji bo merasîma cenaze gel sefer bûye û li Duryana Girtîgeha Kevin jî endamên YDG-H'ê ber bi navenda navçeyê ve meşiyan û li ber Otela Oslo polîsan êrîş li meşa ciwanan kir. Ciwanan bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiva êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên plastîk dan.

Li navçeya 4 rojin pevçûn didomin endamên YDG-H'ê dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" diqîrin. Li navçeyê polîs bi wesayîtên zirxî li ber saziyên dewletê hatine bicihkirin. Li navçeyê pevçûn berdewam dikin. Piştî cenazeyê şervana YPJ'ê Atak li Pira Şakîtan bi girseyî hate pêşwazîkirin ji bo bê definkirin dê bibin gundê Zêrilê.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê îro gel ji bo şeremazrikirina çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê rabû serhildanê. Bi deh hezaran welatî li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê” “Em ji şer re amade ne” “PKK gel e gel li vir e” meş li dar xist. Polîsan li cadeya Nisêbînê bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin û girseyê jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Gel careke din bi tîlîlî û dirûşman meşiyan û hatin ber sînorê kantona Cizîrê ya Rojava. Leşkeran bi bendê pêşiya gel ê herikîn ber sînor girtin lê bi berxwedanê barîqat hatin rakirin û gel 5 leşker girtin. Leşkeran xwe paşve kişandin û kulubeyên nobetê hatin rakirin. Gel kulubeyên leşkeran rakirin û telên sînor jê kirin. Piştî ku dayik ketin navberê gel leşkerên ku girtibûn serbest berdan.

Piştî ku wesayîtek hat leşkeran bibe, gel careke din êrîşê wesayîtê kir. Ligel ku leşkeran gule barandin jî gel jî bi keviran xwe parast li ser vê yekê leşker paşve vekişiyan. Piştî ku leşkeran xwe paşve kişandin vê carê polîs jî hatin cihê çalakiyê. Polîsan jî bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan. Ji ber ku girse paşeve venekişiya vê carê leşkeran bi guleyan êrîşî gel kirin û ji ber gulebaranê welatiyek ji lingê xwe birîndar bû. Welatiyê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Pştî ku welatiyek birîndar bû girseyê vê carê çalakiya xwe dijwartir kir. Wesayîtekî dûpişk bi keviran hate qulibandin. Hate hinbûnkun leşkerên di wesayîtê de birîndar bûne lê hejmara birîndaran nehat zanîn. Li kolanên navçeyê niha barîqat hatine danîn û navçe bûye qada şer. Di çalakiya ku têlên sînor hatin rakirin de girseya ku derbasî kantona Cizîrê bûn ji aliyê YPG’iyan ve hatin pêşwazîkirin û tevli YPG’ê bûn.

Li aliyê din ji ber ku hemû rê girtîne polîs nikarin êrîşî welatiyên li navenda navçeya bikir. Ciwanan li ser riya Nisêbînê 3 dîrekên mobeseyê rûxandin. Ciwanan bi dîrekên ceryanê, tevir, wesayît û bîdonan barîqat danîne. Li bajar dîmenên serhildanê hene.