Li Koyê gorek komî hate dîtin

Li Koyê gorek komî hate dîtin

Li navçeya Koye goreke komî li goristana şehîdan a Koye hate dîtin. Hat ragihandin ku, di vê gora komî de cenazeyê 19 kesan heye.

Li gorî agahiyên ji çapemeniyên herêmê hatine girtin, li navçeya Koyê a ser bi Silêmaniyê di goristana şehidan ya Koyê de ji aliyê kesekê ve gorekê komî hatiye kolan û di wê gorêde cenazeyê 19 kesan hatine dîtin. Tê payîn ku ev beriya 5 mehan kesekî ev gor nîşanî dozgeriyê daye û gotiye,"Heya ez ne mirim divê ev gore neyê kolan"

Karwan Nadir yê ku gora komî dikole bi daxuyaniyekê wiha dide zanîn: "Welatiyê ku ev 5 meh beriya niha ev gore nişanî min da û ji min re got heyanî ez jiyanbikim na be ku ev gore bê vekirin. Pişti mirina wî welati min biryar da ku ez vê gora ku cenazeyê 19 kesî têdaye bi kolim û cenazeyan radestî malbatên wan bikim."

'LI SER CENAZEYAN ŞOPA GULAN HEYE'

Her wiha Nadir dide zanîn ku cenazeyên hatin derxistin hinekan cilê kurdî li berdabûn û wiha pêde çû: "Dema ku me gor vekirî di gorê de 19 cenaze hebûn û li ber çend kesan cilê kurdî hebûn û şopa gulan li ser wan de diyar dibû. Diroka wê gorê ji nayê zanîn ji ber ku tu belge li ser wan ne hatin dîtin. Divê lijineya mafê mirovan ya Parlementoya Kurdistanê ya beşa gora komî li wezareta şehîdan û enfalkiriyên hatine dîtinde agahdark kirin û dê li ser rawestin.

Hêjayî gotinê ku di salên 90’î de li vê herêmê di navbera hêzên Başûrê Kurdistanê de gelek caran şerên navxweyî rû dabûn.