Li Kop û Bazidê derabeyên dikanan nehatin vekirin

Li Kop û Bazidê derabeyên dikanan nehatin vekirin

Li Kopê ji ber wê cenazeyê şervanê YPG’ê Tanju Esîn (Zîndan Serbest) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û li Bazidê ji ber wê cenazeyê Ahmet Aslan ê PKK’yî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Erzirom ji bo şermezarkirina nêzîkatiyên hikûmeta AKP’ê dawî li jiyana xwe anî, derabeyên dikanan nehatin vekirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Tanju Esîn (Zîndan Serbest) ê di şer û pevçûnên dijî çeteyên DAIŞ li Kobanê jiyana xwe ji dest da, piştî ji Saziya Tiba Edlî ya Riha hat wergirtin dema di saetên êvarê de gihişt navçeya Kopê ya Mûşê dikandaran derabe venekirin. Cenaze li bajaroka Lîz a girêdayî navçeyê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin, birin mizgefta li navenda Kopê û li vir jî wecîbeyên olî pêk anîn.

Di saetên serê sibehê de gel li ber avahiya DBP’ê dest bi kombûnê kirin, li navçeyê derabe nehatin vekirin. Li navçeyê polîsên ewlehiyên zêde girtin, cenazeyê YPG’yî Esîn li gundê Xelê bi girseyî hat definkirin.

Cenazeyê Ahmet Aslan ê PKK’yî ku li Girtîgeha Tîba H a Erziromê ji ber nêzikatiyên hikûmeta AKP’ê û êrîşên ser Kobanê xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî, ji ber wê bînin navçeya Bazidê ya Agiriyê derabe nehatin vekirin.

Gel ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Aslan ê PKK’yî diherike ser rêya Wan-Ebexê.