Li Koln, Wuppertal, Mannheim û Essenê hovîtiya DAIŞ'ê hat şermezarkirin
Li Koln, Wuppertal, Mannheim û Essenê hovîtiya DAIŞ'ê hat şermezarkirin
Li Koln, Wuppertal, Mannheim û Essenê hovîtiya DAIŞ'ê hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Koln, Wuppertal, Mannheim û Essenê, Kurdistanî û dostên wan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û Şengalê şermezar kirin û banga alîkariyê li raya giştî ya navneteweyî kirin.
KOLN
Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Kolnê hatin cem hev, êrîşên DAIŞ'ê yên li Şengal û Kobanê, şermezar kirin. Girseya gel ku piraniya wê ji Kurdên Êzidî pêk dihat, ji Kurdistaniyên li bajarên derdorê dijîn jî, piştgirî dît.
Ji bo şermezarkirna êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Çiyayê Şengalê û yek ji pîrozmendiyên Êzidiyan Tirba Şerfeddînê, Kurd daketin qadan. Li gel baranê jî bi sedan kes beşdarî mîtînga li ber dêra dîrokî ya Domê bûn.
Di mîtîngê de, ji bo bal were kişandin ser komkujiyên DAIŞ'ê bi kefenan protesto hat lidarxistin û çalakî rastî eleqeyeke mezin a Elmanan û tûrîstan hat. Mîtîng bi dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.
WUPPERTAL
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, li bajarê Elmanya Wuppertalê jî bi meşeke ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Dusseldorfê ve hat lidarxistin, hat şermezarkirin. Meşê ji ber stasyona trene ya navendî destpê kir, bi qasî saetekê li nava bajêr dewam kir û li heman nuqteyê bi dawî bû. Di dema meşê de li gelek cihan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn de, polîsan bi îdîaya ku ala PYD'ê qedexe ye xwest dest li gel werde. Organîzatoran dan xuyakirin ku ala PYD'ê ne qedexe ye û destnîşan kirin ku ti al wê daneyên xwarê. Li ser vê biryardariya çalakgeran, çalakiyê dewam kir.
Di meşa ku jin û zarok li refên pêş de bûn de, timî dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana YPG'ê", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Azadiya Kurdistanê" hatin qîrîn. Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.
AACHEN
Li bajarê Aachenê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Denîz Firat, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Şengal û Kobanê, konê nobedê vedan. Kon wê 4 rojan li navenda bajêr vekirî be û li binê vî konî komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê bên vegotin.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheimê, hejmareke zêde Kurdistanî û dostên wan ên li navenda bajêr hatin cem hev, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Kobanê meşiyan. Meş ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Ludwigshafen-Mannheimê û Yekîtiya Hêza Demokratîk ve hat organîzekirin.
Li refên pêş ên meşê pankartên mezin ên bi nivîsa "FREE KOBANÊ" û "IS mordet Kinder und Frauen in Kurdistan (Shingal)" hatin hildan. Li gel baranê jî girseya gel Paradeplatzê ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz girt û dawî li çalakiya xwe anî.