Li Kobanê gel li ber xwe didin DAIŞ têk diçe
Li Kobanê gel li ber xwe didin DAIŞ têk diçe
Li Kobanê gel li ber xwe didin DAIŞ têk diçe
Şervanên YPG û YPJ’ê di van rojên dawî de derbên mezin li DAIŞ didin. Ji çar parçeyên Kurdistanê Kurd û dîsa hindik be jî ciwanên Ereb û Tirk mil bi mil li hember çeteyên DAIŞ’ê têdikoş in. Ev yek jî weke rewşeke “Li Kobanê gel bi hev re li hember DAIŞ’ê şer dike û ev yek nîşaneya şoreşa gelan e” tê dîtin.
Berxwedana YPG, YPJ û gelê Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di roja 30. de jî berdewam dike. Berxwedêrên Kobanê ku li çeperên rojhilat, başûr û rojavayê bajêr di mewziyên berxwedanê de nahêlin çeteyên DAIŞ bi pêş bikevin, dem dem bi çalakiyên pêk tînin jî dikin ku çete bi paş ve bikişin. Hema bêje her roj derdora 100 çete tên kuştin; lê DAIŞ ji Reqa, Minbic, Cerablus, Til Ebyed û hin bajarên din ku di destên wan de ne çeteyên nû û cebilxaneyê ber bi Kobanê ve rê dike. Lê li gel vê yekê jî bi ser nakevin.
TÊ GOTIN ÇETE DI ÊRÎŞÊN XWEKUJÎ DE ZAROKAN BIKAR TÎNIN
Bi tang, top, hawan û hemû cureyên çekên giran, dîsa bi hemû derfetên teknîkî jî çeteyên ku li hember berxwedana şervanan nikarin rawestin ev 3 roj e serî li rêbazên cuda dane. Êdî çeteyên ku fêm kirine nikarin bi bombeyên giran û çekan bikevin nava bajêr, serî li wesayîtên bombebarkirî didin. Di 3-4 rojên dawî de herî kêm 7 wesayîtên tijî bombe ku xwestin çalakiyên întîxarî pêk bînin, ji hêla YPG’ê ve berî bigihîjin hedefa xwe hatin îmhakirin. Der barê ajokarên van wesayîtên tijî cebilxane de jî îdîayên balkêş hene. Tê gotin di van çalakiyên teqemenî de çete zarokan bi kar tînin. Bi taybetî di 13’yê Cotmehê de çeteyan saet li 08.15 deqeyan bi kamyoneke ku nêzî 4 ton bombebarkirî ji rojhilatê Kobanê ve xwestin bikevin Kobanê. Lê ev wesayît hat îmhakirin. Piştî vê yekê heya êvarê 4 carên din jî çeteyan bi heman awayî xwestin êrîşan bibin nav bajêr lê bi ser neketin.
Di pevçûnên ku derdikevin de jî YPG êdî derbên mezin li çeteyan dixe. Li ser cenazeyên çeteyan balkêş e gelek kilîdên wesayîtan hene. Dîsa çeteyên ku tên kuştin û cenazeyên wan di destên YPG’ê de ne xuya dike temen biçûk in. Ev yek jî dibe sedema pirsa “Gelo hêzên çeteyan yên profesyonel kêm bûne û êdî endamên xwe yên bê tecrube dişînin şer.” Dîsa di 3 rojên dawî de cenaze û çekên gelek çeteyan jî ketin destên YPG’ê. Ev yek jî wek nîşaneya “YPG nuqteyên di destên çeteyan de ye werdigire” ye.
Ji hêla din ve balafirên hêzên koalîsyonê jî li başûr û rojhilatê Kobanê nuqteyên DAIŞ’ê bombe dike. Herî dawî duh bi şev li derdora 11.00’yan û îro (14 Cotmeh) serê sibê jî saet li 07.03 , 07.34 û 09.00’yan balafirên şer li hin nuqteyên DAIŞ’ê dan.
Li kolanan û çeperên şer şervanên YPG û YPJ’ê, welatiyên sivîl, extiyarên ku guhên wan giran in lê çavên wan baş dibînin û rêveberên Kantona Kobanê di destên wan de çek di nava disîplînekê de bal dikişînin. Dîsa welatiyên nikarin rajin çekê jî ji bo pêdiviyên şervanan pêk bînin bê navber dixebitin. Ev yek vîn û ruhê şoreşê jî nîşan dide.
BERXWEDAN SÎNORAN NAS NAKE
Dîsa di çeperên şer de ne tenê ciwanên Kurd her wiha ciwanên Ereb û Tirk jî balê dikişînin. Li gel şervanên YPG û YPJ’ê şervanên Ehrar Sûriye, Siwar El Reqa (Şoreşgerê Reqa), Şems-î Şîmal (Roja Rojhilat) û Cebhet-el Ekrad jî li hemberî DAIŞ’ê şer dikin. Ji van koman jî heya niha 10 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Şervanên ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji neteweyên din wek nîşaneya “Kobanê li rûmeta mirovahiyê xwedî derdikeve” tê nirxandin. Dîsa çalakiya li ser sînorê Pirsûs a bakuriyan jî wateyeke din dide vê şoreşê. Lewre malbatên hin şervanên niha di çeperên şer de ne li ser sînor in û bênavber çalakiya berxwedana sînor didomînin.
Şervanê YPG’ê yê bi navê Zemanî dibêje ku dayika wî li ser sînor di nobeda berxwedanê de ye û ev yek jî nîşaneya “berxwedan sînoran nas nake” ye. Dîsa hin welatiyên ji gundên Pirsûsê jî li Kobanê di nava berxwedanê de ne. Dema em li kolanên Kobanê digerin em welatiyekî 64 salî ku guhên wî giran in dibînin. Navê wî Birîndar Kobanê ye û ji Edmanika Jorîn a Pirsûs e. Dibêje ev 2 sal û nîv e li Kobanê di nava berxwedanê de ye. Zarok û zêçên wî li gundê Pirsûs in lê ew di çeperên şer de ye. Dema em dipirsin dibêjin, “Çima Kobanê” dibêje “gundê me û Kobanê yek bû sînor di navbera me de danîn xwestin em ji hev dûr bikevin lê bi ser neketin. Tişta ji destên min tê ez dikim. Em ê heya dawiyê li ziman, xak û Kobanê xwedî derkevin.”
Em hinekî din digerin îcar em welatiyekî ji Colemêrgê dibînin. Navê wî Memdûh Çaglar e û ev 10 roj e hatiye Kobanê. Em komek hemwelatiyên Kobanê jî bi çek û rext dibînin û bi wan re sohbet dikin. Di dema sohbetê de welatiyekî bi zarok û zêç radihêje çengek ax û dibêje “Hûn dizanin ev ax çi ye wateya wê çi ye? Ev Kobanê ye û ji bo me pîroz e. Lewre ev xak bi xwîn û xwêdana zarokên me hatiye avdan.”
Di dema gera me ya nav bajêr de em gelek kesên ku bi parçeyên hawanan birîndar bûne û ser û lingên wan pêçayî ne jî dibînin. Lê dîsa jî dest ji têkoşînê bernadin. Ev yek jî ruhê têkoşînê li ber çavan radixe ye.
Em hinek din diçin çeperên pêştir îcar em rastî ciwanekî ku hevalên wî jê re dibêjin Tirko tên. Ev ciwanê Tirk ku ji Stenbol beriya niha bi 3 hefteyan tevlî YPG’ê bûye ji hêla hevalên xwe yên ereb û kurd ve jî tê hez kirin. Navê wî Ehmed Denîz e û dema em sedema tevlîbûna wî dipirsin bi yek hevokekê dibêje “Min neheqî, bê edaletî û bêdengiya li hemberî Kobanê dît lewma hatim.”























