Li Kobanê, Efrîn û Şamê bîranîna Dayika Uveyş
Li Kobanê, Efrîn û Şamê bîranîna Dayika Uveyş
Li Kobanê, Efrîn û Şamê bîranîna Dayika Uveyş
Li Kobanê, Efrîn û Şamê bi munasebeta salvegera koça dawî ya dayika Rêbarê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
Rêxistina Jinê ya Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star, bi munasebeta 20’emîn salvegera koça dawî ya dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, li Kobanê, Efrîn û Şamê civîn û semîner lidar xistin.
KOBANÊ
Li Naveda Çand û Hunerê ya Baqî Xido semînerek hate lidarxistin. Semînera ku bi sedan kes beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Yekîtiya Star Roza Tolhildan axivî û dayîka Uveyş bibîr anî. Tolhildan, got, “Em soz didin hemû dayikan ku emê zarokên wan ên nirxên mirovahiyê ne biparêzin.”
EFRÎN
Li Efrînê Dayikên Aşîtiyê li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan civînek lidar xist. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endama Yekîtiya Star Heyfa Efrînî Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hatibû xwendin xwend. Efrînî piştre jî axaftinek kir û wiha got: “Di sala 20‘an a koça dayika Uveyş de em bejna xwe li ber hemû dayikên şehîdan, dayikên aşitiyê û berxwedêrên azadiyê ditewînin.”
Endama Yekîtiya Star Arşem Kurman jî diyar kir ku bi munasebeta salvegera koça dawi ya dayika Uveyş pêwîste beriya her tiştî jin dakiytiyê di wateya wê ya rast de fêm bikin, girêdana xwe ya bi dayika Uveyş ku di wateya kurahiya dayiktiyê de jinê temsîl dike re nîşan bidin û berpirsyariya xwe ya derbarê “dayikên Şehîdan” de bicîh binin.
Di civînê de li ser navê Dayikên Aşitiyê Dayika Gêrilayê PKK‘ê Cîlo yê ku di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe jidest daye axivî û got: “Li ser navê xwe û navê hemû hevalên xwe soz didim Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ku emê heta dawiyê li ser fikir û felsefeya wî bimeşin.”
ŞAM
Li Taxa Zorava ya paytexta Suriyê Şamê bi beşdariya bi dehan jinan civîn hate lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Yekîtiya Star Şervan Cudî derbarê rojê de axaftinek kir.