Li Kobanê derbên giran li çeteyan hat xistin

Li Kobanê derbên giran li çeteyan hat xistin

Şervanên YPG/YPJ'ê, duh bi şev êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji du baskan ve li herêma başûrrojava kirin, şikandin. Piştre hêzên YPG/YPJ'ê derketin operasyonê û di encamê de 53 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê, duh bi şev li eniya başûrrojava ya Kobanê ji duh baskên cuda ve dest bi êrîşê kirin. Êrîşên çeteyan li cih hatin şikandin.

Piştî şikandina êrîşan, şervanên YPG/YPJ'ê dest bi operasyonê kirin. Di encama çalakiyên hêzên YPG û YPJ'ê de çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê derbên giran xwar. Di çalakiyan de herî kêm 53 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Tê payîn ku Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê detayê pevçûnan de agahiyên berfireh biweşîne.

Dîsa li rojhilat û başûrrojhilatê bajar jî heya serê sibê pevçûn berdewam kirin. Tevî ku li van deran jî çeteyan gelek windahî dane, hejmara wan nehate hînbûn.

Danê sibê saet di 08.15'an de wesayîteke çeteyan ya tijî bombe bêyî bigihîje hedefa xwe hate rûxandin.

Dîsa şevê din saet li derdora 11.00'an balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li başûrê bajar 5 caran bombebaran kirin. Her wiha serê sibê saet di 07.30'an de 2 caran nuqteyeke başûr, 3 caran jî nuqteyeke rojhilatê bajar bombe kir. Encama van bombebaranan nehate zanîn.

Şer û pevçûn berdewam dikin.

Her wiha Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi top, tank, hewan û roketan de welatiyê bi navê Fethî Elî yê 64 salî birîndar bibû.