Li Kobanê ‘cejna berxwedanê’ ji şevê ve destpê kir
Li Kobanê ‘cejna berxwedanê’ ji şevê ve destpê kir
Li Kobanê ‘cejna berxwedanê’ ji şevê ve destpê kir
Li Kobanê ku êrîşên DAIŞ’ê tên şikandin, bi hezaran kesên ji bo Cejna Berxwedanê çûn sînor heta saetê sibê li ser piyan bûn. Bi hezaran kesî nimêja cejnê li sînor kir.
Bi hezaran kesên ji her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi armanca piştgiriya Kobanê çûn sînor, şeva xwe li wir derbas kirin. Çalakgeran ku şeva xwe li ser piyan derbas kirin Cejna Remezanê li sînor kirin. Welatiyên Etmanîk welatiyan berê xwe dan qublê û nimêj kirin.
Çalakger di saetên sibehê de şekirên ku li gel xwe anîbûn dan hev û di nimêja ku hate kirin de ji bo Kobanê dua kirin.
Di xutbeyên li mizgefan hatin dayîn de zilma DAIŞ’ê hate şermezarkirin û ji bo qezenckirina YPG û YPJ’ê dua hatin kirin.
Jinan tevahiya şevê bi duayan derbas kirin û ciwanan jî tedbîrên ewlehiyê girtin. Li dora Kobanê jî şer û pevçûnan rû da.
Di vê navberê de ji bo hatina Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Celallettîn Guvenç û wezîrên din tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.