Li Kobanê berxwedan di roja 55’an de ye
Li Kobanê berxwedan di roja 55’an de ye
Li Kobanê berxwedan di roja 55’an de ye
Berxwedana Şervanên YPG-YPJ’ê ya li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di roja 55’emîn de berdewam dike. Şervanên YPG-YPJ’ê bi çekên ferdî li dijî çekên giran şer dikin û di demên herî krîtîk de jî ji rûyê wan ken kêm nabe. Li Kobanê ku ev 55 roj e têkoşîn li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tê dayîn hinek kêlî:

Şervanekî YPG’ê ku li peyarê rûniştiye û destê wî de çeka wî li lênûska xwe nîşeyan digire

Pêşmergeyên girêdayî YNK’ê ku hefteyeke hatine Kobanê hewl didin bajar nas bikin

Hêzên asayîşê yên ji ewlehiya hundir a bajar berpirs

Wesayîteke ku bi top û hewanan hatiye texrîbkirin

Kobanê bi kevokên xwe jî navdar e. Li sîwane û baxçeyên xaniyan gelek kevok hene. Şer ew jî kirine fikarê lê wan Kobanê terk nekiriye

Di eniya Rojava di demên ku pevçûn tune ye de, şervanên YPG’ê paqijiya çekan dikin

Şervanek YPG’ê yê ber bi mewziya xwe ve diçe

Aliyê herî balkêş ê şervanên jin ên di eniya şer de ev e ku di demên krîtîk de jî rûyê wan bi ken e. Şervaneke YPJ’ê dema dimeşe, hevalên xwe bi ken silav dike

Şervanê YPG’ê bi çeka BKC ya di destê xwe de mewziyên DAIŞ’ê hedef digire

Kobanê ev 55 roj e li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dide. ‘Hûn bi xêr hatin Kobanê…’
(WÊNE: Ersîn ÇAKSU / Îbrahîm ASLAN)