Li Kobanê Ambulans tune

Li Kobanê Ambulans tune

Navendeke tenduristiyê ya bajarê kobanê bû hedefa topên hawanên DAIŞ'ê. Di encamê de zerar gihişt du ambulans û gelek dermanan. Doktoran banga alîkariya lezgîn kir.

Çeteyên DAIŞ'ê ji nêzî 5 rojane bênavber herêma Kobanê bi topên hewan, tang û fuzeyan topbaran dikin. Duh topeke hewanê li nêzî navendeke tenduristiyê ket. Di encamê de 2 ambulans, alavên tenduristiyê û dermanên di navendê de zerar dîtin.

Doktorê bi navê Mihemed Arif Elî diyar kir ku pêwîstiya wan bi awayekî lezgîn bi derman û alavên tenduristiyê heye. Elî  bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovahî kir ku di zûtirîn demê de piştgiriyê bidin Kobanê û alîkariyan rêkin.