Li Kobanê 4 nuqteyên din hatin rizgarkirin
Li Kobanê 4 nuqteyên din hatin rizgarkirin
Li Kobanê 4 nuqteyên din hatin rizgarkirin
Li Kobanê şevê din çeteyan ji 4 aliyan ve êrîşî bajÊr kirin û pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama pevçûnan de 4 nuqte ji çeteyan hatin paqijkirin û bi dehan çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandin, çeteyên DAIŞ’ê şevê din li aliyê rojhilatê bajêr ji 3 aliyan ve êrîş kirin. Êrîşa yekemîn a çeteyan li aliyê Sûka Sewze pêk hat û li ser bersivdayîna YPG’ê pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama şerê li vir de gelek çete hatin kuştin û 2 nuqte ji çeteyan hatin peqijkirin.
Hat ragihandin ku êrîşa duyemîn a çeteyan jî li aliyê Şaredariya Bajêr pêk hat. Di şerê li vir de jî gelek çete hatin kuştin û cenazeyê 4 ji wan hîn li erdê ne.
Êrîşa sêyemîn li aliyê Kaniya Kurdan rû da. Di şerê li vir de jî êrîşa çeteyan hate şikandin û 2 nuqte ji çeteyan hatin paqijkirin. Her wiha çekek BKC, roketavêjek RPG, 2 kalaşnîkov, dûrbînek şevê yek jî ya rojê, 2 bombeyên destan û gelek cebilxane hatine desteserkirin.
Çeteyan şevê din her wiha li eniya rojhilat bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk anîbûn û her du wesayît jî ji aliyê YPG’ê ve hatibûn îmhakirin.
Li başûrrojhilatê bajêr çeteyan xwestin êrîşî Qada Azadî bikin. Li ser bersivdayîna YPG’ê pevçûn derketin û gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li başûrê bajêr jî hêzên YPG’ê li dijî 2 nuqteyên çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de herdu nuqte hatin rûxandin û gelek çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyan şer û pevçûn li aliyê rojhilat didomin. Her wiha çete hîn bi topên hawanan êrîşên xwe dewam dikin.