Li Kobanê 4 hezar kesî ji bo parastina Kurdan serlêdan kirin

Li Kobanê 4 hezar kesî ji bo parastina Kurdan serlêdan kirin

 Li Kobanê 4 hezar kesî ji bo di pevçûnên li Girê Spî alîkariya YPG᾿ê bikin serlêdan kirin.

Li Kobanê bi hezaran kesî berê xwe dan Mala Gel û Meclîsên taxan ên bajêr da ku navê xwe qeyd bikin ku di parastina Girê Spî û gundên wê de cihê xwe bigirin. Hat ragihandin  ku hejmara kesên navê xwe qeyd kirine û pirraniya wan ji ciwanan pêk tên gihiştiye 4 hezaran.

Der barê alîkariya bi YPG᾿ê re welatiyê bi navê Mehmûd Mihemed Elî da zanîn ku ew ji bo tevlî şer bibe serlêdan kiriye û diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe parastinê bikin. Elî, destnîşan kir ku komên çete bi armanca dagirkeriyê êrîş dikin û got: “Em ê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên çeteyan derkevin.”

Welatiyê bi navê Nûrî Mihemed Elî jî da zanîn ku ew ji bo di meydana şer de cihê xwe bigire amade ye û got: “Em ê bi hemû hêza xwe herêmên Rojava ji êrîşên çeteyan biparêzin.”