Li Kerkûkê teqîn: 7 mirî 33 birîndar
Li Kerkûkê teqîn: 7 mirî 33 birîndar
Li Kerkûkê teqîn: 7 mirî 33 birîndar
Şevê din li du mizgeftên li bajarê Kerkûkê teqîn hatin kirin û di encama teqînan de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 33 kes jî birîndar bûn. Li Kerkûkê di nava heftiyekê de 8 teqînan rû da.
Li gorî polîsek yê bajarê Kerkûkê agahî da ANF’ê ragihand ku, “Di berbanga êvarê de di encama teqîna bombeyên li mizgeftên Omer Ebdulezîz û mizgefta Yek Ayar de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 33 kes jî birîndar bûn. Fikarên me hene ku di demên pêş de hêjmara miriyan zêde bibe.”
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku, “Herdu teqîn li taxa Ereban ya li Kerkûkê çêbûne û mirî û birîndar jî bigiştî Ereb in.”
Hêjayî gotinê ye ku di nava heftiyekê de 8 teqîne li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê rû dide û bigitşî zêdetirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.