Li Kerkûkê şer û pevçûn
Li Kerkûkê şer û pevçûn
Li Kerkûkê şer û pevçûn
Li Kerkûkê di navbera Tazexormato û Daqûq li gundê Vahde di duh bi şev saet 00.00 heya îro serê sibehê di navbera Hêzên Hevbeş ên Parastina Kurdistan û çeteyên li gundê Vahde şer û pevçûnan rû da.
Hêzên Hevbeş ên Parastina Kurdistan, çeteyên DAIŞ'ê dan ber guleyên hewanê û zerareke zêde gihandin çeteyan. Piştî bersiva çeteyên DAIŞ'ê şer û pevçûnan destpê kir û bi navber heya serê sibê dewam kir.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî di vî şer û pevçûnê de gelek kuştî û bîrîndarên çeteyan çêbûne. Lê belê di der barê hejmar û kuştiyên çeteyan de agahiyeke zelal nehat bidestxistin. Her wiha tê payîn der barê şer û pevçûnê de di saettên pêş de ji aliyê HPG'ê ve daxuyanî bê dayîn.