Li Kerboranê hestiyê Dogan ê di 13 saliya xwe de hatibû qetilkirin hat dîtin

Li Kerboranê hestiyê Dogan ê di 13 saliya xwe de hatibû qetilkirin hat dîtin

Hestiyên Seyhan Dogan ê 13 salî yê beriya niha bi 18 salan li Fermandariya Tabûra Kerboran bi êşkenceyê hatibû qetilkirin hatin dîtin.  

Hat ragihandin ku di kolandinên li Bogazozu ya Kerboran a Mêrdînê de yek ji hestiyên hatine dîtin ê Seyhan Doganê di 13 saliya xwe de hatibû qetilkirin e.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di 29’ê Mijdara sala 1995’an de leşkerên girêdayî Fermandariya Cendermeyên Navçeyê girtin ser gelek malan. Di wan serdegirtinan de Heznî Dogan (9), Seyhan Dogan (13), Abdurrahman Coşkun (18), Abdullah Olcay (21), Mehmet Emîn Aslan (18), Nedîm Akyol (13), Davut Altunkaynak (12) û Suleyman Seyhan (58) hatin binçavkirin. .

Ji kesên ku birin Fermandariya Tabura Kerboranê tenê Heznî Dogan ê 9 salî  sax derket. Dogan, êşkenceyên li birayê wî Seyhan Dogan dihat kirin şahidî dikir.  Heznî Dogan ku dengê Abdurrehman Coşkun bihîst, Abdurrahman Olcay jî li tabûrê dît. Paşê şahidî li pêkutiyên ku li hemberî Suleyman Seyhan hatin kirin jî kir. Piştre hestiyên Suleyman Seyhan jî hatin dîtin.

Malbat û Komeleya Mafê Mirovan ku 16 salan têkoşîna xwe ya di vê mijarê berdewam kirin careke din serî Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan û biryar hat dayîn ku li gundê Bogazozu careke din qolandin bê kirin.

Di meha Sibata derbasbûyî de di kolandinan de ligel keloxên seriyan êzingên şewitî û hestî hatibûn dîtin. Ligel êzîngên şewitî rewşa hestiyên şewitî îhtîmala ku kesên wenda hatine şewitandin anîbî rojevê.

Hestiyên hatibûn dîtin ku şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, malbatan ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dabû.    

Bersiva ji Saziya Tipa Edlî piştî 5 mehan hat. Û hat tespîtkirin ku yek ji hestiyên hatine dîtin ên Seyhan Dogan ê 13 salî ye.   

Malbat, dema parçeyên hestiyên Dogan werbigire, piştî 18 salan wê merasîma cenaze li dar bixe.