Li kampa penaberan drama Kurdên Rojavayî

Li kampa penaberan drama Kurdên Rojavayî

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê di kampa seyyar a ji bo penabaran hatiye avakirin de 400 Kurdên Rojavayî yên lê dijîn li hemberî pirsgirêkên mezin têdikoşin. Kurdên ku di kampa konteynir û kon de dijîn, pirsgirêkên wan ên tenduristî, civakî û ewlehiyê hene. Penaberan da zanîn ku pirsgirêkên wan bi kêfî nayên çareserkirin û xwestin ku demildest rewşa wan bê başkirin.

Bi hezaran Kurdên piştî şerê navxweyî û hatina çeteyên DAIŞ û El Qaîdeyê re warên xwe cih de hiştin û ketin rêyan. Li bajarê cuda yên Ewropayê dijîn û di serî jî li Elmanyayê. Li bajarê Hamburgê li kampana seyyar a Shcnackenburgalle nêzî 400 Kurdî dijîn. Pirsgirêkên tenduristî, civakî dijîn. Di rojên buhrî de li kampên Hamburg û Essenê dîmen kampan ên derket holê tiştên li kampan tên jiyîn derxistibû rojevê. Piştî ku ev bûyer di çapemeniyê de derketin, em çûn kampa Schackengurgalle a Hamburgê. Dora wê bi têlan hatiye dorpêç kirin. Piranî ji kon pêk tên û çend jî konteynir hene.

400 KURD HENE

Peywirdarên ewlehiyê çawa ku dîtin em rojnameger in, astengî ji me re derxistin. Hincet jî ev bû ku demek berê di navbera sempatîzanê Îslamî û Kurdan de nîqaş derketiye. Ji ber vê tedbîrên ewlehiyê derxistine asta herî roj û ketina rojnamegeran jî qedexe kirine. Di encama israrê me de em bi penaberên li ber derî sekinîn re diaxivin. Penaberan tiştên ku hatine serê wan vedibêjin. Li Kampê nêzî 1000 penaber dijîn. Ji van 400 Rojavayî ne. Yên din jî ji Afganîstan, Arnavutî, Çeçenîstan û welatên Ereb in. Kurd ji Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Kobanê, Hesekê hatine. Penaberên Kurd diyar dikin ku ew li vir qet nerehet in.

EM LI KAMPA DÎLGIRTIYAN DIJÎN

Şêxmur Fetah yê 60 salî bi eslê xwe ji Qamişloye û piştî êrîşa DAIŞ’ê 3 kurê xwe jî girtiye û koç girtiye. Fetah ku 60 salî li ser axa xwe jiyaye, di dawiya temênê xwe de ketiye sirgûnê. Fetah  hevsera xwe li Qamişlo hiştiye û her sê kurê xwe girtiye û hatiye Elmanyayê.Niha li kampa penaberan a Hamburgê dijî. Fetah got ku ji ber li Rojava ewlehiya canê wan tunebû koç kirine û got: “Lê cihê ku em hatine xerabtir e. Ev der wek kampa dîlgirtiyane. Penaberên din me aciz dikin. Li vir mafê mirovan tune. Dora me bi têlan dorpêç kirine. Em nikarin biçin cihekî. Li vir tu daxwazeke me ya civakî nayê cih. Em çar kes li odeyekê dijîn. Tuwalet, serşo tune. Em ji bo xwarinê du saetan dikevin rêzê. Piştre jî dibêjin xwarin qediya. Em wê rojê birçî dimînin. Em ji bajar dûr in. Pereyên me tune ku em biçin. Carina ji bo em biçin em saetekê dimeşin.  Pisgirêkên tenduristiyê û yên din gelek zêde ne. Doktor tune ye. Dermanan nadin me. Ji me re dibêjin avê vexwin. Ciwanên me hene. Nikarin biçin dibistanê.ciwanên Çeçen, Afgan û Ereb bi kêran digerin.  Dibêjin Allahu Ekber. Em ji wan reviyan hatin. Lê li vir jî heman tiştî bi me bikin. 

Mahmud Osman jî ku ev 3 meh e li kampê dijî  diyar kir ku li kampê ji ser kapasîteya wê penaber hene û got: “Divê wan derbixin lê bi awayekî kêfî pêk naynin. Em di nav şert û mercên xerab de ne. Em di konan de dijîn. Rewşa zarokan gelek xerab e.

EZ POŞMAN IM

Loqman Mele Mîrze yê 53 salî ku ji ji Dêrikê ye malbata xwe daniye Bakurê Kurdistanê û ew jî ji bo jiyaneke nû ketiye rêya Elmanyayê. Mîrze got: “Li Rojava gelek cih di destê Kurdan de ne, lê çand tune bûye. Her kes dixwaze bê Ewropayê. Lê her tişt wekê ji dûr ve xuya dike nîne. Banga min ev e ku bila kes neyê vir. Ez gelek poşman im. Cihê me gelek xerab e. Em nikarin tu pêwistiyên xwe bînin cih. Li vir rûmeta mirovan tê pelçiqandin.

Hêlar Ferîd Hecatî yê 30 salî ku ji Hesekê ye di 2012’an de ji Rojava derketiye û li welatên Tirkiye û Bulgarîstanê maye. Sê meh berê hatiye Elmanyayê. Ferîd Hecatî wiha got: “Ez li Tirkiye û Bulgarîstanê mam. Min zehmetiyên mezin kişandin. Ev sê mehe ez li vir im. Min zehmetiyên mezin kişand. Ez bê pere mam. Niha dixwazin me bişînin Bulgarîstanê. Li welatê me şer heye em nikarin biçin. 

Şivan Şêxmus ê 20 salî jî ku bi du bira û bavê xwe re li kampê dijî diyar kir ku dê û xwişkên wî jî li wir mane û dixwazin biçin dibistanê lê daxwaza wan tê redkirin.

EM 5 KES LI ODEYEKÊ DIJÎN

Omar Amedî yê 36 salî jî diyar kir ku ji roja hatiye li kon maye û got: “Em 5 kes li odeyên ku du kes dikarin bimînin, de dimînin. Em nikarin derdê xwe ji tu kesî re bêjin. Wergervan tune, pirsgirêkên cidî em dijîn. Peywirdarên kampê baş nêzî me nabin.”

HEVSERÊ MIN NAYÊ DERMANKIRIN

Fatma Nezîr jî bi 6 zarok û hevserê xwe yê felc re dijîn. 7 meh berê ji Rojava derketiye û ev 3 meh e hatiye kampê. Çîroka wê ji Şamê destpê dike. Bi destpêka şerê Sûriyeyê koçî Helebê dikin. Ji wir jî diçin Qamişlo. Malbata Nezîr herî dawî çare bi Elmanyayê re dîtine. Lê li vir tiştên dipan nedîtine. Fatma Nezîr got: “Em ji neçarî ketin rê. Hevserê min nexweşe. Me li vir bir doktor. Derman danê û ji bo carek din randevu dan. Hevserê min di nava êşên mezin de ye. Ew jî li gorî kêfa xwe tevdigerin. Zarokên min ên divê biçin dibistanê hene. Lê li gel hemû serlêdanan bersiv nehat dayîn.”