Li Îzmîrê li hemberî nîjadperestiyê kampanyaya îmzeyan

Li Îzmîrê li hemberî nîjadperestiyê kampanyaya îmzeyan

Li Îzmîrê ji ber ku  jineke Kurd ji aliyê doktor ve nehat muayenekirin û rastî heqaretan hat  bi navê ‘Li dijî nîjadperestiyê’ kampanyayeke îmzeyan hat destpêkirin. Armanca vê kampanyayê ev e ku di nav civakî de hestyarî û hişyariyê çêbike. 

Dilşah Ersonmez, di 13’ê Hezîranê deji bo diranê xwe ku çûbû Polîklînîka  Bornova a Tenduristiya Diran û Dev, lê belê ji ber ku bi Tirkî nizanîbû ji aliyê Doktora bi navê Behiye Meysun rastî heqaretan hatibû, paşê jî bê ku were tedawîkirin jê re hatibû gotin ku divê biçe Nexweşxaneya Zanîngeha Ege.

Li ser vî esasê l ser rêya înternetê re di dirûşmaya “ Bila li hemberî Kurdan helwestên nîjadperest bi dawî bibin” kampanyayeke îmzeyan hatibû destpêkirin.  
Li ser adresa înternetê ya bi navê  "imza.la"  ji bo kesên piştgiriyê bidin kampanyayê rûpelê "http://imza.la/kurtlere-karsi-irkci-tutumlara-son" hat amadekirin. 
Di metna kampanyaya îmzeyan de wiha tê gotin: "Li faşîzma dewletê ya li ser esasê ziman û çand a li hemberî gelê Kurd niha jî sazî û dezgehên fermî yên dewletê, nexweşxane, sektora kar û herî dawî li Îzmîrê li hemberî dayikeke Kurd a bi Tirkî nizane ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene ji aliyê doktoreke ku xwedî soza hîpokrat e rastî heqaretan hatiye . Em dixwazin  Doktor Behiye Meysun Karauzum ji wezîfeyê bê girtin.