Li Iraqê êrîşek intixarî, herî kêm 60 kes hatin kuştin
Di encama êrîşeke întixarî ya li ser nuqteyeke li nêzîkî bajarê Hîlla yê dikeve başûrê paytext Bexdayê ya Iraqê de, bi dehan kes hatin kuşin.
Di encama êrîşeke întixarî ya li ser nuqteyeke li nêzîkî bajarê Hîlla yê dikeve başûrê paytext Bexdayê ya Iraqê de, bi dehan kes hatin kuşin.
Ajansa nûçeyan a Reûters diyar kir ku, li gorî çavkaniyên ewlekariyê û tenduristiyê herî kêm 60 kes hatine kuştin. Hinek çavkaniyên din jî dan diyarkirin ku 50 kes hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ji nexweşxaneya Hîllayê, di nava kuştiyan de 20 endamên ewlekariyê hene.
Di wêneyên li ser torên civakî hatin parvekirin de, dide nîşandan ku êrîşa întixarî di nava wesayîtên li pey hev rêz de pêk hatiye. Ev êrîşa, dijminê mirovahiyê çeyeteyên DAÎŞ’ê girt ser xwe.
Di encama êrîşa întixarî ya Adara 2014’an a li Hîllayê de 50 kes hatibûn kuştin û 150 kes jî hatibûn birîndarkirin.