Li Iraqê êrîş: 12 kes mirin
Di êrîşên bombeyî û çekdarî yên li herêmên cuda yên Iraqê de 12 kes mirin, 42 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên bombeyî û çekdarî yên li herêmên cuda yên Iraqê de 12 kes mirin, 42 kes jî birîndar bûn.
Li herêma el-Yusufiyye ya başûrê Bexdayê de dema wesayîta dewriyeyê ya Haşdî Aşaîr derbas dibû bombeyeke bi dest hatiye çêkirin teqiya. Di encama teqînê de 2 kes mirin 3 kes birîndar bûn.
Li Besmaye, Raşîdiyye, Es-Salih, el-Verdiyye û Pira Diyala yên girêdayî Bexda di êrîşên bombeyî de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn. Li herêma el-Medaîn a başûrê Bexda di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî de 5 kes birîndar bûn. Li herêma Cemîle ya li rojhilatê Bexda wesayît ji aliyê kesên nehat zanîn kî ne hat gulebarankirin. Di guebaranê de 2 kes mirin.
Li bajarê Enbar ê li rojhilatê Bexda di encama êrîşa hewayî ya hêzên koalîsyonê de mescîda Zubeyr û xaniyên li derdorê zerar dîtin, 11 kes birîndar bûn.
Di êrîşa bombeyî ya li rojhilatê Diyala de wezîfedarekî ewlekariyê jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.