Li Iraqê bi hezaran kes daketin qadan

Bi hezaran xwepêşandêrên li Iraqê di roja yekem a sala nû de li qada Tehrîrê ya Bexdayê kom bûn.

Xwepêşandanên li Iraqê di roja yekem a sala nû de dewam kir. Ji 25'ê Cotmeha 2019'an ve bi hezaran welatiyên Iraqê li meydana Tehrîrê ya paytexta Iraq Bexdayê li hev civiyan, daxwaza reform û hilbijartinên pêşwext dikin.

Hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina çalakgeran gelek caran êrîş birin ser çalakgeran û heta niha ji ber şer û aloziya li herêmê zêdetirî 500 xwepêşandêr hatin e kuştin û 25 hezar kes jî birîndar bûne.