Li Îranê nerazîbûna li hemberî Siûdiyan mezin dibe

Piştî ku li Erebîstana Siûdî, lîderê olî yê Şîa Ayetûllah en-Nemr jî di nav de 47 kes îdam kir, nerazîbûna li hemberî vî welatî zêde bû.

Piştî ku li Erebîstana Siûdî, lîderê olî yê Şîa Ayetûllah en-Nemr jî di nav de 47 kes îdam kir, nerazîbûna li hemberî vî welatî zêde bû. Danê êvarê Sefaretxaneya Bilind a Erebîstana Siûdî ya li Tehranê hat şewitandin. Xuya ye aloziya navbera her du welatan wê mezintir bibe.

Bûyerên piştî darvekirina 47 mûxalîfên rejîma Erebîstaina Siûdî rû dan, ewam dikin.

Duh êvarê li hemberî Sefaretxaneya Bilind a Erebîstana Siûdî ya li Tehranê êrîş hat kirin. Hat ragihand ku avahî bi temamî hatiye şewitandin. Li gorî agahiyên ji aliyê ajansa nûçeyan a ÎSNA ve hat dayîn, xwenpêşandêran xwe gihandine ser banê avahiya sefaretxaneya bilind û ji nava avahiye dûxan bilind bûye.

Li bajarê Meşhed ê ser bi eyaleta Razavî Horasan a li rojhilatê welêt, li hemberî Konsolosxaneya Siûdî êrîşek bi heman rengî hatiye kirin. Xwepêşandêran avahiya li vê derê şewitandin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyaniyek weşand û ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bang li polîsan kir. Her wiha ji ber darvekirina lîderê olî yê Şîa, Siûdî rexne kir. Berdevkê Wezareta Karên Derve Huseyîn Cabbar Ensarî diyar kir ku darvekirina Nemr  Bakir en-Nemr 'neheq' e.

Ji ber rûdana bûyeran hejmareke zêde polîs ji bajarên Tehran û Meşhedê re hatin şandin. Destûr nayê dayîn ku kesek xwe nêzî nûnertiyên dîplomatîk ên Siûdî bikin.

Piştî îdamkirina En-Nemr Îranê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Siûdî wê bi şêweyê herî giran, berdêla vê bide."