Li Îpekyolu 26 navên gundan li wan hatin vegerandin
Li Îpekyolu 26 navên gundan li wan hatin vegerandin
Li Îpekyolu 26 navên gundan li wan hatin vegerandin
Li navçeya Îpekyolu ya Wanê meclîsa şaredariyê navên berê yên 26 taxan ku di statuya gundan de ne li wan vegerandin.
Li ser pêşniyara endamên meclîsê yên DBP’yî Komîsyona Îmare rapora îadekirina navên berê yên gundan pêşkeşî civîna Meclîsa Şaredariya Îpekyolu kir. Piştî axaftinên der barê pêşniyarê de rapor bi piraniya dengan hat qebûlkirin.
Li gor vê biryarê navên resen ên taxên di statuya gundan de wiha ne: Aritoprak-Zeranîs, Aşagiçîtlî-Poxazîk, Aşagigolalan-Hespîşatajor, Baklatepe-Xino, Bakraçli-Yedîkîlîse, Çalimli- Aranîk, Degîrmenarki-Kêçanîs, Degîrmenkoy-Derman, Dereustu-Anzaf, Erçek-Arçak, Govelek- Îrmanîs, Ilikaynak- Çermîk, Irgat-Melava, Karakoç-Lîm, Karbuzalani-Zîvandanîs, Kavuncu-Çorevanîs, Kaymakli-Kurdûvan, Kevenlî-Şûsanîs, Kiratli-Lamîzgîrt, Koşebaşi-Farîx, Ortanca-Siyawan, Sarmaç-Kopanîs, Yalinagaç-Adiyeman, Yatiksirt-Mêndan, Yukariguneyce-Mezrok û Yukarigolalan-Hepîşatajer.