Li Îmraliyê hevdîtina krîtîk

Li Îmraliyê hevdîtina krîtîk

Heyeta HDP'ê ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re îro diçe Îmraliyê, wê der barê hevdîtina bi rayedarên KCK û hikûmetê re agahiyan bide Ocalan. Di vê çarçoveyê de peyama ku Ocalan bide wê gelekî girîng be.

Heyeta HDP'ê saet di 11.00'an de wê ber bi Îmraliyê bi rê bikeve. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi heyeta HDP'ê ya 1'ê Cotmehê de ragihandibû ku ji bo pêvajoya çareseriyê heta 15'ê Cotmehê demê dide hikûmeta AKP'ê, beriya qedandina vê demê bi seatan hikûmet pêşnûmeya nexşerêya ku ji 6 xalan pêk tê radestî heyeta HDP'ê kir. Ocalan ji bo serhildana gel ku ji bo Kobanê destpê kiribû ket dewrê û di 8'ê Cotmehê de bi peyama ku ji HDP'ê re şand re banga diyaloga lezgînî kiribû. Di vê navberê de heyeta HDP'ê bi taybetî der barê Kobanê de bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin pêk anî û dawiya vê heftê jî li Qendîlê bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anî. Rayedarên KCK'ê di hevdîtinê de ragihandin ku ji bilî gavên berbiçav ew ji ti gotinan bawer nakin û wan îkna nake.

Ji ber vê yekê hevdîtina ku bi Ocalan re bê kirin gelekî girîng û krîtîk e. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê  Îdrîs Balûken der barê hevdîtinê de got ku di hevdîtina ku bi Ocalan re pêk bînin de bûyerên derketine holê, rewşa Kobanê bûyerên piştî wê derketine holê, lêgerîna yekîtiya navbera Kurdan, polîtîkayên hikûmetê ya li hemberî Kobanê û pêvajoya çareseriyê nîqaş bikin. Balûken da zanîn ku ew ê hevdîtinên ku bi hikûmet û KCK'ê re kirine jî ji Ocalan re ragihînin û got: "Em ê hevdîtineke gelekî girîng û krîtîk pêk bînin." Balûken bilêv kir ku sekreteryaya ku ji hêla Ocalan û HDP'ê ve hatiye navên ku destnîşan kirine û hikûmet jî bi germî nêzîkî van navan bûne wê nîqaş bikin û wiha pêde çû: "Hikûmet her tim dibêje erê lê heta ku gavên berbiçav neavêjin em nirxandinekê nakin."

Balûken der barê agahiyên ku hejmara heyetê ji 3 kesan derxistine 5 kesan jî nirxand û wiha berdewam kir: "Dibêjin wekî sekreteryayê vê yekê jî qebûl dikin. Lê belê hê derbasî pratîkê nebûne. Heta ku gavek ber bi çav neavêjin em nikarin tiştekî bibêjin." Balûken bi bîr xist ku heyeta ku wê biçe Îmraliyê 3 kes in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibe ku di hevdîtina pêş de bi hejmareke zêde em biçin hevdîtinê."