Li Hildesheimê bîranîn û mîtîng

Li Hildesheimê bîranîn û mîtîng

Li bajarê Elmanya Hildesheimê, çalakiyek ji bo piştgirîdayîna berxwedana Kobanê hat lidarxistin. di civîneke din a li bajêr de gerîlayên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê, bi sedan Kurd li ber stasyona navendî ya bajêr civiyan. Meşa saet di 17'an de destpê kir, li meydana Hindenburgê veguherî mîtîngê. Di çalakiya ku belavok li ser mijarê hatin belavkirin de dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî YPG/YPJ" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Li ser navê NAV-DEM'ê Azad Hemdos li vir axivî. Li dû axaftinê çalakî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

LI NAVENDA CIVAKA KURD A DEMOKRATÎK BÎRANÎN

Li Hildesheimê her wiha ji bo bîranîna gerîlayên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, duh merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di kesayetiya Çetîn Dûrmûş û Ahmet Kesîn ên li Kobanê û Îlhan Demîr ê di sala 1998'an de li Rîzeyê jiyana xwe ji dest dan, hemû cangoriyên Kurdistanê hatin bîranîn.

Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Alî Sîncar piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê malbatên cangoriyan axivî. Di bîranînê de dirûşmên "Şehîd Namirin" hat qîrîn û dilsoziya bi têkoşîna azadiyê ya cangoriyan, hat nîşandan.